Aştî Koçer: PKKê plana CIA û Pêşmerge bo rizgarkirina keçên êzidî têk bir

Hewlêr-KDP.info- Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Aştî Koçer ragihand, bo rizgarkirina keç û jinên kurdên êzidî, Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) ligel Hêzên Pêşmerge plana pêkanîna operasyonekê kiribû, lê belê PKK li hember operasyonê astengî derxistin û plana operasyonê têk çû.
Aştî Koçer Fermandeyê Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Berî girtina Mûsilê, PKKê planên DAIŞê dizanîn, çimku ew ji Sûriyê ve hatibûn û wan sînor ligel çekdarên DAIŞê hebûn. Dema ku DAIŞê êrişî ser Mûsilê kir, me nedizanî ku ew dê êrişî Şingalê jî bikin, lê belê PKKê dizanî û xwe jê re amade kiribûn. Dema ku DAIŞê êrişî Şingalê kir, ew hatin ser sînor û bi riya qaçax xwe gihandin ser Çiyayê Şingalê, lê belê hatina wan hatineke siyasî bû nek mirovî. Her ji ber wê jî ji yekem roja hatina xwe ve hewl dan ku PDKê li ber çavê xelkê Şingalê reş bikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Dema DAIŞê êrişî Şingalê kir, min hejmarek Pêşmerge kom kirin û em çûn Rojavayê Kurdistanê. Ligel Berpirsê Liqa 17 a PDKê Serbest Bapîrî û Seîd Kêsteyî û hejmarek pêşmerge em gihîştin bajarokê Cezaa li nêzîkî sînorê Şingalê. Li wir PKKê şev û rojekê em sekinandin û nedihiştin em biçin, di dawiyê de em bi hêrs ve ber bi Çiyayê Şingalê ve çûn. Li Komlegeha Dûgirê me rêya derbasbûnê ji koçberên Çiyayê Şingalê re vekir.”
Aştî Koçer ragihand: “Piştî çend rojan ji êrişa DAIŞê, şandeke CIA a amerîkî ligel 40 komandoyên Pêşmerge bi balafiran gihîştin ser Çiyayê Şingalê. Ew şand hatibûn bo rizgarkirina hezaran keç û jinên kurdên êzidî li herdu gundên Koço û Hatem. Ez bi xwe û çend pêşmergeyên Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî, em amade bûn ku operasyonekê bo rizgarkirina wan bikin. Ew operasyon gellekî ji operasyona Hewîceyê mezintir bû, lê belê PKKê li wir arîşe derxistin û gotin nabe ti karek bêyî agahdarî û beşdariya me bê kirin. Amerîkî jî razî nebûn ku PKK di wê operasyonê de beşdar bibe û vegeriyan, ji ber wê jî operasyon rastî şikestinê hat.”
Koçer da xuyakirin, “PKK bi diyalogê ji Şingalê diçe, çimkî nikare wek PDKê xizmeta xelkê wê bike. Eger Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bixwaze, dê di navbera 24 saetan de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Şingalê derxîne, lê belê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî soz daye ku careke din şerê birakujiyê neyê kirin.”




