26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. PKKê hêj ji avahiyên hikûmî derneketiye..Piştî rizgarkirinê dagîrkirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê eşkere kir ku, îro roja dawî bû ji wê mohleta ku gihîştibû hemû hêzên li Şingalê ku ji avahiyên hikûmî derkevin, lê hêzên PKKê yên ku piştî rizgarkirina Şingalê ew avahî dagîr kiribûn, heta niha derneketine.

Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Encumena Parêzgeha Mûsilê 24 saet mohlet dabû hêzên li nava Şingalê ku ji avahiyên hikûmî derkevin da ku dest bi karê xwe bikin, lê tenê PDKê ew avahî vala kiriye û hêzên PKKê yên ku piştî rizgarkirina Şingalê hatin bajêr, ew avahî ku hejmara wan 7 in, dagîr kirin û niha naxwazin derkevin.”

Mehma Xelîl wiha got: “PKKê neamade ye biryara Encumena Parêzgeha Mûsilê cihbicih bike û dibêjin divê Bexda daxwaz ji me bike heta em derkevin. Lê li gorî yasayê ti pêwendiya Bexda bi vê pirsê tune ye û ev karê Encumena Parêzgeha Mûsilê ye, lê hêzên PKKê neamade ne wê biryarê bi cih bikin.”

Xelîl wiha domand: “Niha 300 polîs li Şingalê dewam dikin û cihê wan ji aliyê PKKê ve hatiye dagîrkirin, lewma neçar mane ku li nav malan niştecih bibin. Biryar e Encumena Parêzgeha Mûsilê riyên yasayî bikar bîne, eger her rijdbin li ser mana di avahiyên hikûmî de.”

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û avahiyên nava bajêr kirin baregehên xwe.
 

Nûçeyên têkildar