25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya: Rizgarkirina jêhatîbûn û qehremaniya Hêzên Pêşmerge diyar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şiwêrmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Parlementerê Brîtanyayê Nedîm Zehawî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan bi boneya azadkirina Şingalê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêş kir û anî ziman ku wê rizgarkirinê jêhatîbûn û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di warê piratîkî de li ser erdê li hemberî terorîstên DAIŞê hat îsbatkirin.

Îro Duşemê 23/11/2015 Şiwêrmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parlementerê parlementoya Berîtanyayê Nedîm Zehawî û heyeteke pêre kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serkeftinên Hêzên Pêşmerge diyar kir û bi boneya azadkirina Şingalê jî wê heyetê pîrozbayiyên xwe pêşkêş kir û anî ziman ku wê rizgarkirinê jêhatîbûn û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di warê piratîkî de li ser erdê li hemberî terorîstên DAIŞê hat îsbatkirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de herdu aliyan behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî, şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin û herdu aliyan li ser zêdetirkirina hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge bi taybetî di warê çendatî û çawatî de hemfikir bûn, bi taybetî ew hevkariyên ku ji aliyê Brîtanyayê ve weke endamekî hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê tên pêşkêşkirin.

Her di vê derbarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku DAIŞê pirsgirêkeke cîhanî ye lewra pêwîst e ji bo jinavbirin terorîstên DAIŞê tevahiya aliyan beşdar bin.

Di berdewamiya civîna han de behsa sedemên çêbûna kêşeyên kombûyî yên li Iraqê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku pêwîst e hevdem ligel çareserkirina encamên wan pirsgirêkan jî sedemên wan jî werin çareserkirin.

Herwiha hate gotin ku piraniya pirsgirêkên Iraqê siyasî ne û pêdiviya wan bi çareseriya siyasî heye û bi mekanîzma derbasbûyî mirov nikare Iraqeke nû û yekgirtî ava bike jiber ku nebûna baweriyê di navbera pêkhateyan de kêşeyekî raste qîne.

Derbarê pêşhatên siyasî yên Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên li Kurdistanê de aliyên siyasî danûstandinên xwe bidomênin û nakokiyên heyî jî li gor berejwendiyên nîştimanî û ewlekariya Kurdistanê çareser bikin.

Di dawiya hevdîtina han de behsa danûstandinên heyî yên ligel hikûmeta Iraqê bo azadkirina Mûsilê, rewşa Sûriyê û deverê jî hate kirin
 

Nûçeyên têkildar