26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo heftenameyekî fransî: Dibe ku Pêşmerge bibe beşek ji wê hêza ku dê Reqa rizgar bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Heftenameya fransî Le Journal du Dimanche di vê hejmarê de hevpeyvînek ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk anî û tê de Serok Barzanî ragihand ku, di nava hevpeymaniyeke navdewletî û bihêz de, dibe ku Pêşmerge jî bibin beşek ji wê hêza ku dê Reqa rizgar bikin. Herwiha got ku, pêwîst e Hêzên Pêşmerge ji aliyê çendêtî û çawaniyê ve werin biçekirin.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de ragihand: “Êrişên terorîstî yên 13ê Mijdarê wek zingilekî agahdarkirin û sîgnalek bûn bo hemû cîhanê. Armanca terorîstan rûxandina jiyana welatiyan û dijayetîkirina azadî û nirxên mirovayetiyê. Bi bê dûdilî, bo şerê li dijî terorê pêdvî bi reformeke bingehîn heye, ji ber ku metirsiya wê bûne metirsiyeke berdewam û ne tenê li cihekî diyarkirî, niha li her cihî hene û li ser me hemûyan gef in. Şerê li dijî terorê erkê me hemûya ne û pêwîst e hemû cîhanî bi hevahengî li dijî wê şer bikin, ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û darayî de.”

Serok Barzanî wiha got: “Rizgarkirina Şingalê û derxistina wê ji testê terorîstan serkeftineke dîrokî bû. Niha karî me yê sereke avedankirina wî bajêrî ye, da ku xelk vegerin ser mal û halê xwe. Azadkirina Şingalê derbeyeke mezin bû ku li DAIŞê ket, ew jî ji aliyê leşkerî û aborî û stratejîk ve. Me navçeyeke mezin û berfireh girt. Bi sedan çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Rêya di navbera Mûsil û Reqayê de hat girtin û niha di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye. Bi eşkere giringiya rizgarkirina Şingalê tê dîtin, herwiha pêngavek e ber bi rizgarkirina Mûsilê jî.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Her operasyoneke leşkerî li dijî DAIŞê stratîjiyeke nû dirust dike. Ew riyên ku pê Şingal hat rizgarkirin, ji aliyê taktîk û şer de, dibin xwedî sûd û mifa ji wan tê wergirtin.”

Barzanî ragihand: “Demsala Zivistanê û keşûhewaya xerab, bergirî û pêşdeçûnê zehmetir dikin. Terorîst jî di serma û baranê de rewşê bikar tînin û êriş dikin, lewma divê em zêdetir amade bin li dijî wan.”

Derbarê beşdariya welatên rojava û bi taybetî Fransa di şerê li dijê DAIŞê de, Serok Barzanî wiha got: “Em spasiya welatên rojava dikin û bi taybetî Fransa li ser piştgiriya wan bo me, ji ber ku alîkariyên wan ên asmanî pir bi bandor bûn bo serkeftina Hêzên Pêşmerge. Lê biçekirina Hêzên Pêşmerge li ser erdê kêm e û ne li gorî pêdviya wan e. Eger em bixwazin vî şerî bi dawî bînin pêwîst e Pêşmerge ji aliyê çendêtî û çawaniyê ve werin biçekirin.”

Herwiha derbarê pirsa gelo Hêzên Pêşmerge di operasyona wergirtina bajarê Reqayê de beşdar bin? Serok Barzanî ragihand: “Ligel wan hemû qurbaniyên ku Hêzên Pêşmerge dane, serkeftinên mezin jî hatine bidestxistin, karê me yê sereke şerê DAIŞê ye. Heta em li Iraq û Sûriyê wê rêxistinê jinav nebin dê gefên terorê li ser navçeyê û cîhanê berdewam bin. Di nava hevpeymaniyeke navdewletî û bihêz de, dibe ku Pêşmerge jî bibin beşek ji wê hêza ku dê Reqa rizgar bikin.”

Serok Barzanî wiha got: “Diyar e ku karê sereke yê civaka navdewletî jinavbirina DAIŞê ye. Lê divî bo krîza Sûriyê jî kar were kirin. Bo pêşeroja Sûriyê pêdvî bi çareseriyeke siyasî rasteqîne heye, ku hemû pêkhateyên cuda yên niştimanî, neteweyî û olî li xwe bigire. Pêwîst e kurd, sunî, şîe, elewî, mesîhî û dirûz werin piştrastkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê hevpeyvîna xweî wiha qedand: “Di destpêka şerê li dijî DAIŞê de, têbîniya me jî li ser helwîst û pêgeha Tirkiyê hebû, lê piştre wî welatî rê da ku di nava axa wê re Hêzên Pêşmerge biçin Kobanî bo şerê DAIŞê. Em bawer dikin ku ev tevlîbûna niha ta Tirkiyê di nava şerê li dijî DAIŞê de, dibe sedem ku bi cidî şerê DAIŞê bike, ew jî bêencam nabe. Derbarê şerê kurd û Tirkiye li dijî Esed, dê ew yek bibe sedema danîn û dirustkirina Navçeya Aram. Em her dibêjin, pêwîst e xelkê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe biryarê li ser pêşeroja xwe bidin.”
 

Nûçeyên têkildar