Serok Barzanî û berpirsê amerîkî behsa avakirina Şingalê û vegera xelkê wê kirin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Tony Blinken, tekezî li ser berdewamiya alîkariya Amerîka bo Herêma Kurdistanê kir. Heriwha behsa avakirina Şingalê û vegera xelkê wê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Tony Blinken kir, di civînê Barzanî Tekez kir ku, ewlewiyeta Herêma Kurdistanê şerê li dijî DAIŞê û têkşikandina wê ye, Tony Blinken jî erînî li ser berdewamiya alîkariya Amerîka bo Herêma Kurdistanê da.
Malpera fermî a Serokatiya Herêma Kurdistanê belavkiriye ku, îro 23 Mijdarê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Tony Blinken û şanda ligel wî ku, ji Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û hejmarek ji Şêwirmendên Wezareta Karê Derve pêkhatiye, kiriye.
Di civînê de Tony Blinken pîrozbahiya serkeftina Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê kiriye, dilxweşî û matmayina xwe bi gav û pilanên Barzanî û beşdarîkirina wî di operasyonê de anî ziman, herwiha tekez kir ku, cîhan tevde qurbaniyên Pêşmerge dibîne.
Ji aliyekî din ve di axaftina xwe de behsa pêşveçûn û guhertinên dawî di şerê li dijî DAIŞê de li Iraq û Sûriyê kir, herwiha alîkariya berdewam jibo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê Amerîka tekez kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybetî Amerîka kir, ku bandorekî gelekî mezin di serkeftinên Pêşmerge de hebû, tevî ku alîkariyên wê yên mezin li ser erdê nebûn jî.
Serok Barzanî di axaftina xwe de, behsa hurgilyên pilana azadkirina Şingalê kir ku û got ew derbeyek mezin bû li çekdarên DAIŞê ket.
Derbarê jinavbirina DAIŞê de Serok Barzaî amaje bi wê yekê kir, ewlewiyeta Herêma Kurdistanê şerê li dijî DAIŞê û şikandina wê ye, herwiha pêwîste Civata û Hevpeymana Navdewletî bi şêweyekî rijdîtir di vî şerî de beşdar bibin, herwiha Barzanî silavên xwe yên gerim bo Serok û Cîgirê Serokê Amerîka şand.
Rewşa Sûriyê û şêweyê çareser kirina qeyrana wî welatî, têkşikandina têrorê, dawî pilanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo avakirin û parastina Şingalê û vegera xelkê bo wî bajarî hin mijarên din ên vê civînê bûn.




