Dîndar Doskî: Hebûma Serok Barzanî li eniyên şer hêzek mezintir da Pêşmerge

Dihok-KDP.info- Endamekî berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku, Serok Barzanî roleke mezin di şerê li dijî DAIŞê de dît û rola wî cihê rêz û spasiyê ye, ku serperiştiya operasyona rizgarkirina Şingalê kir. Herwiha da zanîn ku hebûma Serok Barzanî li eniyên şer hêzek mezintir da Pêşmerge.
Dîndar Doskî Endamê berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ne tenê ez dibêjim ku ew destana ku Hêzên Pêşmerge li Şingalê tomar kirin xwedî giringiyeke mezin e, lê belê hemû cîhan behsa wê dikin û cihê serbilindiyê ye bo hemû kurdan û mirovatiyê, li hember hêzeke terorîst, bo me wek xelkê Kurdistanê Şingal perçeyek e ji axa Kurdistanê û hat azadkirin. Birîna kur a dilê me hinekî hat dermankirin, ew birîna ku bi karesta hat serê kurdên êzîdî çêbû.”
Doskî wiha got: “Azadkirina Şingalê tolekirin bû ji terorîstan û birîna kurdên Şingalê derman kir. Herwiha girtina Şingalê xwedî giringiyeke mezin e, ku ew navçe ji terorîstan re pir girîng bû û niha ew kirine 2 beş û niha nikarin wisa bi hêsanî biçin Sûriyê û vegerin. Herwiha girtina Şingalê dê bibe sedem bo girtina Mûsil û Reqayê jî.”
Wî Endamê berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê wiha domand: “Serok Barzanî ku fermandarê giştî yê hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê ye, roleke mezin û girîng dît û rola wî cihê rêz û spasiyê ye, ku serperiştiya operasyona rizgarkirina Şingalê kir. Herwiha ji ber ku ew berdewam li eniya şer bû, Hêzên Pêşmerge hêza xwe ji wî dibirin, ji ber ku dema Pêşmerge dibînin serokê wan ligel wan e, hêzeke mezintir werdigirin û zêdetir DAIŞ dişkînin, lewma hebûma Serok Barzanî li eniyên şer hêzek mezintir da Pêşmerge.”




