Divê hemû hêz navendên xwe derxînin derveyî Şingalê

Şingal-KDP.info- Nûnerên kurdên êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de Seydo Çeto ragihand ku, wan daxwaz kiriye ku hemû hêzên nava Şingalê baregeh û navendên xwe ji nava Şingalê derxînin derveyî bajêr û her hêzek amade nebe ku derkeve, dê rastî lêpirsînê were.
Seydo Çeto Nûnerên kurdên êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandeke Encumena Parêzgeha Mûsilê serdana bajarokê Şingalê kir û bi nivîseke fermî daxwaz ji me kir ku hemû hêzên nava Şingalê baregeh û navendên xwe derxînin derveyî bajêr û avahiyên hikûmî radestî fermangehên hikûmî bikin da ku dest bi karê xwe bikin, lewam ji îro de li hêviya cihbicihkirina vê biryarê ne û eger ew cih neyên valakirin, dê fermangehên hikûmî li wan gilî bikin û lêpirsînê ligel wan bikin.”
Çeto wiha got: “Me fermaneke nivîskî daxwaz ji hemû hêzên li Şingalê kir ku ji nava bajêr derkevin, ji ber ku gelek navend in û tenê PKKê YPŞê 7 navendên hikûmî girtine, lewma divê fermangehên hikûmî dîsa dest bi karê xwe bikin û Şingalê avedan bikin.”
Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û avahiyên nava bajêr kirin baregehên xwe.




