Tendirustiya Dihokê: Pesndana Barzanî bo me, bû handanek bo xizmeta zêdetir bo Şingalê

Dihok-KDP.info- Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Dihokê Dr. Nîzar Îsmet ragihand ku, ew rêz û spasî û pesindana Serok Barzanî bo Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê, bûye handanek bo wan ku zêdetir xizmeta Şingalê û Hêzên Pêşmerge û birayên koçberan bikin. Herwiha da zanîn ku, ewê di vê hefteyê de alîkariyên tendirustî bigihînin nava Şingalê.
Dr. Nîzar Îsmet Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî rizgarkirina Şingalê li ser fermana Serok Barzanî û Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî me serdana Şingalê kir da ku em nas bikin çi ji wê deverî re pêwîst e, tevî ku berê jî tîmeke berê li ser Çiyayê Şingalê hebû û xizmeta xelkê dikir, me jî serdana wir kir û em bi karê xwe rabûn.”
Îsmet wiha got: “Beşek mezin ji nexweşxaneyên Şingalê rûxane û alavên wan têk çûne, lewma pêdviya wan bi xizmeteke mezin heye û emê di vê hefteyê de alîkariyên tendirustî bigihînin nava Şingalê. Niha jî me nexweşxaneyekî gerok li wir daniye da ku xizmeta xelkê bike.”
Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê wiha domand: “Ev 2 sal e ku em karê xwe li deverê berdewam dikin û ew rêz û spasî û pesindana Serok Barzanî bo Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê, bûye handanek bo me ku em zêdetir xizmeta Şingalê û Hêzên Pêşmerge û birayên xwê yên koçberan bikin. Lewma em spasiya Serok Barzanî dikin.”




