26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îsmaîl Beşikçî serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nivîskarê navdar Îsmaîl Beşikçî li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji aliyê desteya rêveberiya dezgehê vebi germî hate pêşwazîkirin.

Nivîskarê navdar ê Tirkiyê û dostê gelê kurd û zanyar Îsmaîl Beşikçî bi armanca karê hevbeş ê rewşenbîî û xêrxwazî, îro li Hewlêrê serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û ji aliyê serokê dezgehê Şêx Ezîz Riza û desteya rêveberiya dezgehê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Beşikçî behsa armanca serdana xwe kir û diyar kir ku dixwazin di demek nêzîk de ofîsa Waqfa Îmaîl Beşikçî li Hewlêrê vebikin û çendîn semîner û korbendan encam bidin.

Şêx Ezîz Riza jî jiber serdana Beşikçî xweşhaliya xwe anî ziman û hêvî xwest ku bikarin weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ligel Waqfa Beşikçî projeyên rewşenbîrî û xêrxwazî yê hevbeş pêk bînin.
 

Nûçeyên têkildar