Dihok.. Wek palewanê rizgarkirina Şingalê pêşwazî li Serok Barzanî hat kirin

Dihok-KDP.info- Xelkê Dihokê derketin pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi germî û wek palewanê rizgarkirina Şingalê pêşwazî li wî kirin û rizgarkirina Şingalê li wî pîroz kirin.
Serok Barzanî ji eniyên şer ji Şingalê vedigere û li bajarê Dihokê ji aliyê hejmarek zêde ji xelkê ve bi germî wek palewanê rizgarkirina Şingalê hat pêşwazîkirin, herwiha ji ber serkeftina Hêzên Pêşmerge û rizgarkirina Şingalê pîrozbahî li Serok Barzanî kirin û dilxweşiya xwe nîşan dan.
Piştî salek û 3 mehan, di operasyoneke berfireh bi serperiştiya Barzanî roja 12 û 13ê vê mehê bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hat derxistin.
Barzanî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ye, li eniyên şer bû û serperiştiya operasyona Hêzên Pêşmerge dikir û îro vedigere Hewlêrê.




