25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Civîn destpêkeke nû ye ligel YNKê..Bextiyar: Divê em li ser bingeheke nû lihev bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Herdu Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niîtimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirin li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê civiyan û di wê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ev civîn destpêkeke nû ye ligel YNKê. Herwiha Mela Bextiyar got, pêwîst e ew li ser bingeheke nû lihev bikin.

Îro Yekşemê 22/11/2015  li Hewlêrê şandên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan.

Di civîna han de behsa çend mijarên girîng yên weke rewşa niha ya Kurdistanê, aloziyên siyasî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha çawetiya çareserkirina aloziyên han hate kirin.

Piştî bi dawî hatina civînê jî di presskonferanseke hevbeş de her yek ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û organîzatorê karûbarên îdarî yên YNKê Mela Bextiyar naveroka civînê bo raya giştî eşkere kirin.

Di destpêka civîna han de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku heyeta YNKê bo çareserkirina arîşeyên heyî çend pêşniyarek pêşkêşî PDKê kirine.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku civîn gelek erênî bûye û destpêkeke nûye bo destpê kirina danûstanên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ev civîn destpêkeke nû ye ligel YNKê

Di beşeke din ya presskonferansa han de Mela Bextiyar jî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku ev ti carî naxwazên rêkeftina seteratejîk ya di navba PDK û YNKê de were hilweşandin û herwiha eşkere kir ku civîn jî gelek baş û bisûd bûye.
 

Nûçeyên têkildar