“Hêza Heyder Şeşo dikeve ser Wezareta Pêşmerge”

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, dazwaza Heyder Şeşo ew bû ku ew û hêza wî têkevin ser Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî jî li ser vê daxwaza wî razî bûye û Heyder Şeşo û hêza wî dê bikevin ser Wezareta Pêşmerge.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Min daxwaza Heyder Şeşo gihand Serok Barzanî ku ew û hêza xwe dixwazin têkevin ser Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî jî razî bû û Heyder beşo û hêza xwe dê bikevin ser wezareta Pêşmerge da ku xebatê bikin li dijî terorîstan li Şingalê û li ser hemû axa Kurdistanê.”
Wî fermandarê Pêşmerge li Şingalê wiha got: “Ev biryara Serok Barzanî dê di demeke nêzîk de cihbicîh bibe.”
Şeşo wiha domand: “Heyder Şeşo kurdekî êzîdî ye û ji 3ê Tebaxê de ligel birayên Pêşmerge şerê DAIŞê kiribû û biryara wî ne bi ti partiyekê ve girêdayî ye.”




