26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Başûr bi her awayî piştgîrî Ddidin girtiyên grevkar yên Bakûrê

Çavkanî: KDP.info

Di berdewamiya xwepîşandanên heyî yên li Bajarên Başûrê Kurdistanê de ên ji bo piştgîrî kirin ji Girtiyên Grevkar yên di nava Girtîgehên Tirkiyeyê de, evro jî li Bajarê Soranê û Dihukê de xwepîşandanên girseyî hatin sazkirin.

Li Bajarê Soranê de tevahiya saziyên civaka medenî û hijmareke gelek zêde ji Şîniyên wê Bajarê evro da ketin qadan û piştgîriya xwe bo Girtiyên Grevkar yên li Bakûrê Kurdistanê de diyar kirin.

Her evro li Bajarê Dihukê de jî hijmareke gelek zêde ji Şîniyên Bajarê û saziyên medenî yên li wê Bajarê daketin kolanan û hevdem ligel diyar kirina piştgîriya xwe bo Girtiyên Grevkar daxwaz ji Rejîma Tirkiyeyê jî kirin daku, daxwazên wan Girtiyan cîhbicîh bike.

Hêjayê gotinêye ku, duhê li Silimaniyê û pêr jî li Hewlêrê xwepîşandanên bi vê rengî hatibûn organîzekirin.

Nûçeyên têkildar