26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Seydo Çeto: Belgeyên me hene ku PKKê li Şingalê dizî û talan kirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de ragihand ku, PKK û YPGê û yên ku bi serkeftinên Pêşmerge dilxweş nebûn, ala Kurdistanê bilind dikirin û diçûn nava Şingalê û li wir cilên xwe diguhertin û dest bi dizîna malên mislmanan û kurdên êzîdî dikirin, da ku fitneyê çêbikin, û bo vê axaftinê belgeyên me hene.

Seydo Çeto Nûnerê kurdên êzîdî di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Yên ku li Şingalê dizî û talan kirin, PKK û YPG bûn, ku bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge û rizgarkirina Şingalê dilxweş nebûn, ku li dûv fitne û tavliheviyê digeran, ji ber ku belgeyên me hene ku ala Kurdistanê bilind hildidan û dihatin nava Şingalê, dema ku derbas dibûn al dadixistin û cilên xwe diguhertin û dest bi dizî û talankirinê dikirin.”

Çeto wiha got: “Ew mezarên ku li Şingalê hatine teqandin, 10 yê kurdên êzîdî ne, 8 ên mislimanên şîe ne û 3 jî yên mesîhiyan e, lê DAIŞ ti mezarên misilmanên sunî neteqandine, tenê beşek ji mizgeftek wan bi navê Rehman ji aliyê balafiran ve hatibû xerabkirin, lê yê mayî ji aliyê çekdarên PPKê ve hat şewitandin.”

Nûnerê kurdên êzîdî di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de wiha got: “Ew alî dixwazin fitneyê li navçeyê drust bikin, lê xelkê me hişyar in û ji niha de hêzên asayişê hatine belavkirin û rê nadin ti haleeke dizî û talankirinê.”

Herwiha Seydo Çeto tekez kir ku, “Dema PKK û YPGê diziya malan dikirin, bê cudahî malên misilmanan û êzîdiyan talan dikirin, tenê ji bo fitneyê derxînin.”
 

Nûçeyên têkildar