26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Koşka Spî pesnê alîkariya navbera hevpeymaniya navdewletî û Pêşmerge dide

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Koşka Spî derbarê pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Joe Baden de daxuyaniyek belav kir û tê ragihand ku, Baden serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Şingalê li dijî DAIŞê li Serok Barzanî pîroz kir. Herdu aliyan gotine ku, ev operasyon beşek e ji kampanyayeke rêxistî bo zêdekirina guvaşê li ser DAIŞê û birîna rêya di navbera Mûsil û Reqa de.

Ev jî tekesta wê daxuyaniya Koşka Spî ye:

“Cîgirê Serok AmerîkaJoe Baden pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir…

Cîgirê serok ligel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê axivî bo pîrozbahîkirina serkeftinên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de li Şingalê. Herdu serkirdeyan gotine ku, ev operasyon beşek e ji kampanyayeke rêxistî bo zêdekirina guvaşê li ser DAIŞê li nava cihê wê û birîna rêya di navbera Mûsil û Reqa de. Herwiha tekez kirin ku ew guvaş di hefte û mehên bê de, dê berdewam bin.

Cîgirê Serok pesnê alîkariyên di navbera hevpeyamniya navdewletî û Hêzên Pêşmerge da û tekez kir li ser pêbendbûna Amerîka ya ciddî bi karkirin ligel hevpeymaniya cîhanî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo berdesam bûn li ser lawazkirin ê jinavbirina DAIŞê.

Herdu serkirde yeknêrîn bûn li ser giringiya berdewambûna hevahengiya temam di şerê li dijî DAIŞê di hemû waran de, di nav de ware leşkerî, aborî û siyasî de.”

Nûçeyên têkildar