26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandek welatê Nemsa bo çawaniya alîkariya Kurdistanê, li Hewlêrê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info- Bi mebsta ku ji nêzîkve rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê û xortên ku dest ji welat berdidin û qesta derve dikin pişopînin, şandek ji parlemena Nemsayê serdana parlemena Kurdistanê kir.

Îro 18 Mijdarê şandek parlemena Nemsayê ku ji 4 parlementerên mezintirîn 4 firekesyonên parlemenê Nemsayê pêkhatine, ev yekemîn care serdana parlemenê Kurdistanê dikin, herwiha ewjî eşkere kir ku, serdana wan bi mebesta ku ew ji nêzîk ve rewşa penaberan li Herêma Krdistanê bişopînin, ew şande ji aliyê Cîgirê Serokê parlemena Kurdistanê Cafer Êmînkî hate pêşwaz kirin.

Di civîna navbera herdu aliyan de, behsa hemahingiya navbera parlemena Nemsayê û parlemena Herêma Kurdistanê hate kirin, piştre serdana çend kampên penaberan li herêmê kirin.

Di civînê de me behsa diyardeya koçberiyê ji welat kir, bitaybet ew xortên ku li Nemsayê di otombîlek barhilgir de xenqîbûn, jiber malbatên wan doza ronîkirina vê bûyerê dikin, herwiha mijara cînosayd kirina Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê jî hate kirin.
 

Nûçeyên têkildar