26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çîk karwanekî din ji çekan ji Pêşmerge û hêzên Iraqê re dişîne

Çavkanî: KDP.info

Çîk-KDP.info- Li gorî zanyariyên malpereke welatê Çîk, ku agahî ji Wezareta Bergiriyê ya Komara Çîk bi dest xistiye, dê di demeke nêzîk de karwaneke din ji çekan bişîne Iraq û Herêma Kurdistanê.

Malpera Prag Monîter ji çavkaniyeke ji Wezareta Bergiriyê ya Komara Çîk ragihandiye ku, 10 milyon reşaş û bombeyên destan dê bişîne Iraq û Herêma Kurdistanê.

Wê malperê wiha got, beriya niha jî Komara Şîk alîkariya Iraqê û Hêzên Pêşmerge kiriye û ew hemû çek bo lawazkirina DAIŞê pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine.
 

Nûçeyên têkildar