ENKS li Hesekê xwepêşandanekê li dijî PYDê lidar dixe

Hewlêr-KDP.info- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê roja Înê xwepêşandanekê li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) lidar bixe.
Encumena xwecihî ya bajarê Hesekê ya ser bi ENKSê ve daxwaz ji xelkê kir ku di roja Îna 20ê Mijdarê de li bajarê Hesekê kom bibin û xwepêşandanekê li dijî PYDê lidar bixin.
Biryar e ew xwepêşandana roja Înê ji taxa Salihiyê dest pê bike.
Berî vê banga encumena xwecihî ya Hesekê, xwepêşandanên ENKS li Qamişlo, Dêrik û Çilaxe hatibûn lidarxistin ku tê de siyaset û biryarên PYD û TEV-DEMê hatibûn şermezar kirin.




