26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Divê welatên rojava zêdetir alîkariya kurdên Başûr û Rojava bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji welatên Rojava xwest ku alîkariyên xwe yên ji bo jinavbirina DAIŞê zêdetir bikin.

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, got ku pêwîst e welatên Rojava piştgiriya xwe ya bo Hêzên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.

Di hevpeyvînekê de li gel kenala BBC a brîtanî Mesrûr Barzanî ragehand: "li ser teqîn û êrişên vê dawiyê yên Parîsê jî axivî û got, eger mirov bêje êrişên Parîsê ji ber ku “DAIŞ lawaz bûye û şepirze bûye” hatine kirin, ne rast e çimkî ew êriş nîşan didin ku DAIŞê taktîka şer diguherîne. Ez hêvîdar im êrişên Parîsê bibin hişyariyek ji bo welatên rojava.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê wiha domand: “Mirov nikare bêje DAIŞ lawaz bûye. Li vir û li wir hinek çeperan ji dest dide lê ji bo terorîzekirina mirovan, şêwazên sosret bikar tîne. Êrişên Parîsê jî dikevin çarçoveya vê yekê. Eger guvaş li ser neyê zêdekirin û pêşiya wê neyê girtin dê vê şêwazê hîn zêdetir bikar bîne.”

Mesrûr Barzanî da zanîn jî ku eger welatên Rojava bo şerê li dijî DAIŞê amade nebin “hêzeke leşkerî bişînin” pêwîst e alîkariyên xwe bo Hêzên kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanî zêdetir bikin.
 
Di dawiya hevpeyvînê de Barzanî diyar kir ku pêwîst e hemû welat hewlên xwe ji bo jinavbirina DAIŞê zêdetir bikin.

Mesrûr Barzanî li ser rizgarkirina Şingalê got, bi rizgarkirina Şingalê re DAIŞê derbek mezin xwar lê hîn jî DAIŞ bihêz e. Lê eger civaka navdewletî tevahiya hêza li dijî DAIŞê bikar bîne wê demê DAIŞ dê di nav çend mehan de were jinavbirin.

Nûçeyên têkildar