Biden bo Serok Barzanî: Emê her li pişta we bin..Pesnê qehremaniya Pêşmerge li Şingalê da

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir û di wê pêwendiyê de tekez kir ku ewê berdewam bin li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge. Herwiha Pesnê qehremaniya Pêşmerge li Şingalê da.
Êvariya îro Sêşemê 17.11.2015 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ji bo serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyona azadkirina Şingalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û sersamiya xwe jî bi qehremanî û azayetî û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan da nîşanda.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka wê yekê dûpatkir ku welatê wan palpiştîkirin û yarmetîdan û hevkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de berdewam dibê.




