“Odeya operasyona li Şingalê pêk hat”

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê ragihand ku, îro bi nûneratiya piraniya dezgehan û nûneratiya şaxa 17 ya PDKê li Şingalê, odeya operasyona li Şingalê hat avakirin, da ku her kesek destdirêjiyê bike ser mal û milkê xelkê di cih de li gorî qanûnê werin cezakirin.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê dixwazin vegerin bajêrê xwe, lê hinek xelk tên bajêr ne xelkê Şingalê ne, dixwazin mal û milkê welatiyan talan bikin, lê îro me hinek pêngavên qanûnî li dijî wan avêtin. Me hinek bendên kontrolê danîn û me nehişt îro otomobîl derbasî nava Şingalê bibin, lewma jî îro % 70 rewş hat kontrolkirin û emê nerdewam bin li ser kontrolkirina rewşê û dîvdeçûnê.”
Xelîl wiha got: “Herwiha hêzên asayîş û polîsan li nava bajêr belav bûne karê xwe dikin û her welatiyek karekî neqanûnî bike dê were cezakirin.”
Qayîmeqamê Şingalê ragihand: “Îro bi nûneratiya piraniya dezgehan û nûneratiya şaxa 17 ya PDKê li Şingalê, odeya operasyona li Şingalê hat avakirin, da ku her kesek destdirêjiyê bike ser mal û milkê xelkê di cih de li gorî qanûnê werin cezakirin.”




