Simêl: Hêzên Pêşmerge li Şingalê û derdora wê bi cih bûne

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge Qasim Simêl ragihand ku, 4 fireqeyên mezin ên Artêşa Iraqê nikarîn saetekê xwe li ber DAIŞê bigirin, lê Hêzên Pêşmerge bi 12 saetan Şingal rizgar kirin, ku ev serkeftin destkeftekî mezin bû me. Herwiha da zanîn ku, Hêzên Pêşmerge li Şingalê û derdora wê bi cih bûne.
Qasim Simêl Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi biryara Serok Barzanî Şingal li ser destê Hêzên Pêşmerge rizgar bû. Dema xwe jî Serok soza rizgarkirina Şingalê dabû me û ew soz bi cih anî, lewma em spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge dikin.”
Simêl wiha got: “Li ser nave min hatiye belavkirin ku 100 kurdên êzîdî li gundê Qabûsiye rizgar bûne, lê min ev gotin nekiriye ji ber ku xelkê gund mislman in û êzîdî di nava wî gundî de tune ne.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Niha Şingal û derdora wê hemû, Hêzên Pêşmerge li wan bi cih bûne û rêya Iraq – Sûriyê bi temamî di destê me de ye. Ev serkeftin derbeyeke mezin bû ku li DAIŞê ket, ji ber ku hebû rê li pêşiya wan hatin girtin. 4 fireqeyên mezin ên Artêşa Iraqê nikarîn saetekê xwe li ber DAIŞê bigirin, lê Hêzên Pêşmerge bi 12 saetan Şingal rizgar kirin, ku ev serkeftin destkeftekî mezin bû me.”




