Amerîka destxweşî li operasyona serkeftî ya rizgarkirina Şingalê kir

Hewlêr-KDP.info- Balyozxaneya Amerîka li Iraqê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dike ji wê operasyona serkeftî ya azadkirina Şingalê.
Bo piştevaniya azadkirina Şingalê, hêzêb hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka ji 11êvê mehê de 54 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne, herwiha meha borî jî 300 operasyon. Balafirên wan li otomobîlên DAIŞê yên bombekirî û li avahiyên bi desên DAIŞê û li çek û cibexane û çeperên wan dane.
Herwiha diyar bo ku ew perwerdeya leşkerî û kelûpelên leşkerî ku hevpeymaniya navdewletî bo operasyona rizgarkirina Şingalê çiqasî girîng bûn.
Eqîd Stîv Warin, berdevkê leşkerî yê hevpeymaniyê ragihand: “Rizgarkirina Şingalê girîng e, ji ber ku rêya sereke ya di navbera Reqa û Mûsilê de qut dike, herwiha DAIŞ wek berê nikare çekdar û çek û alîkariyan bişîne.”
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dike ji wê operasyona serkeftî ya azadkirina Şingalê.




