Misir rizgarkirina Şingalê li gelê kurd pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Lêjneta Nivîsandina Destûra Misrê û pisporê qanûnî, ligel Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê civiya û rizgarkirina Şingalê li gelê kurd pîroz kir.
Îro Sêşenê 17-11-2015 Dr. Ceifer Êmînkî Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li pisporê qanûnî û Endamê Lêjneta Nivîsandina Destûra Misrê Dr. Sefwet Beyaz û pispora qanûnî xanim Caklîn û şanda bi wan re kir.
Di wê hevdîtinê de, ku hejmarek parlamenterên tirkmen û kldan û asorî amade bûn, Dr. Sefwet Beyaz bi navê xwe û şanda pê re hêvî xwest ku nivîsandina Destura Kurdistanê bigihê asteke baş ku navê Herêma Kurdistanê biparêze û civaka navdewletî pêşwazî lê bike, bi taybetî ku pêkhateyên neteweyî û olî cuda li Kurdistanê hene û di nava dîrokê de bi aştî bi hevre jiyane. Herwiha hêvî xwest gelê Kurdistanê bi mafê xwe ji serxwebûnê û avakirina dewletekê şa bibe.
Ji aliyê xwe ve, pispora qanûnî xanim Caklîn rizgarkirina Şingalê li gelê Kurdistanê pîroz kir.




