25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Leyla Zana cardin bi kurdî dest bi sundê kir

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana di merasîma sondxwarinê de bi kurdî dest bi axaftinê kir.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê îro heyama sundxwarina 26emên dest pê kir.

Dema dora Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana hat çû ser kursî û bikurdî dest bi sundxwarina kir.

Leyla Zana beriya sundxwarinê wiha got: “Bi hêviya aşitiyek bi rûmet û mayînde.” Zana piştre dest bi sondxwarinê kir.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Deniz Baykal ku parlamenterê CHPê ye, îtiraza sunda Leyla Zana kir û got wê sonda parlamenteriyê serast nexwediyê û ji Zana xwes sundaxwarina xwe dubare bike. Lê Leyla Zanayê sunda xwe dubare nekir.

Leyla Zana di hilbjartinên 1991ê de ser bi lîsteya Partiya Gelparêz a Sosyaldemokrat (SHP) derbasî Parlamentoya Tirkiyeyê bibû û piştî sundê gotibû: “Ez vê sondê bo biratiya gelê kurd û tirk dixwim.”

Ev gotina Zana di Parlamentoya Tirkiyeyê de rastî bertekan hatibû û piştre parêzbendiya Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle, Ahmet Turk, Sirrî Sakik û Mahmut Alinak hatibû rakirin.

Dozger ji ber sondxwarina wê û mafparêziya wê ji bo gelê kurd berdarî jê re xwest. Li dawiya dozê, ji ber îxaneta li welêt, 15 salan cizayê zindanê xwar.

Leyla zanan di sala 2004an de ji zindanê derket.
 

Nûçeyên têkildar