26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êdî ew partiya ser bi PKKê ve nikare bi kêfa xwe tevliheviyê li Şingalê bike

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê û fermandarekî Pêşmerge dibêjin, pilana wan heye ku bi tundî rê li pêşiya wê partiya bi navê TEVDA ku ser bi PKKê ve, bigirin da ku diz û talankirin û şewitandina malan bi dawî were.

Qasim Derbo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re re ragihand: “Hinek alî li Şingalê hene ku hejmarek xaniyên welatiyan şewitandin û talan kirin, da ku navê Pêşmerge kirêt bikin, lê em rê nadin wan bi wî karî rabin, ji ber ku ev kar yên DAIŞê ne ne yê kurdan, lewma nabe êdî li Şingala ku bi xwînê hatiye rizgarkirin ajawe û tevlihevî û duberekî drust bibe, lewm me rê li pêşiya wan aliyan girt û bi ti awyekî ji wan qebûl nakin.”

Derbo wiha got: “Yên wan karan bike ti cudahiya wî ligel DAIŞê tune ye, ji ber ku ev yek dirustkirina tevlihevî û duberekiyê ye li Şingalê  û Hêzên Pêşmerge rê nadin wê yekê.”

Qasim Derbo wiha domand: “Ew alî dizanin Hêzên Pêşmerge serkeftineke mezin bi dest anî, lewma çavê wan pê bawer nabe, ji ber ku Hêzên Pêşmerge gihîştin nava Şingalê û bera DAIŞê dan, wê demê hinek alî hatin nava Şingalê û ala partiya xwe bilind kirin û digotin me Şingal rizgar kiriye. Yên ku li navçeyên bûn dizanin ku kê Şingal rizgar kir, lewma niha dest bi kirêtkirina vê serkeftinê kirine, lê nikarin vî karî bikin ji ber ku hemû cîhan şanaziyê bi vî karê Pêşmerge dike.”

Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman daye ku bi ti awayî nabe karên DAIŞê werin dubarekirin û malên xelkê were talankirin û xaniyên wan bên şewitandin.”

Ji aliyê xwe ve, Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Hinek alî li Şingalê hene ku dixwazin fitne û tevliheviyê dirust bikin, ew jî bi rêya diziyê û talankirin û şewitandina malan, ku êdî em bi ti awayî rê nadin wan û qebûl nakin, ji ber ku pêwîst e parêzgarî li malên xelkê bê kirin ne bên dizîn û talankirin. Bo rêgirtin li wan karan, me pilaneke baş daniye.”

Nûçeyên têkildar