26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêrevanî çendîn êrişên DAIŞê têk birin

Çavkanî: KDP.info

Wankê-KDP.info- Fermandarekî Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, wan li nahiyeya Wankê çend êrişên DAIŞê têk birin, ku dixwestin derbasî nava çeperên Pêşmerge bibin.

Fermandarekî Pêşmergeyên Zêrevanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din saet 12:20 heta îro danê sibehê saet 7:30 terorîstên DAIŞê li nahiyeya Wankê a ser bi eniya rojavayê Dîcle çendîn car li ser hev êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê ji aliyê pêşmergeyên zêrevanî ve bi tundî bersiva wan hat dan û êrişên wan hatin têkbirin.”

Li gorî agahiyên wî fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî gelek terorîstên DAIŞê li wir hatin kuştin û termê 3 kesan ji wan li cihê şer mane. Herwiha cihê dilxweşiyê ye ku hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî ti ziyan nedîtin.
 

Nûçeyên têkildar