25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Urdin serkeftina Pêşmerge û rizgarkirina Şingalê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya Konsulê Urdin li Herêma Kurdistanê de biryarê û helwestên partiya xwe li ser rewşa siyasî ya Herêma zelal kir û got ku pêwîst e şerê ragihandinê raweste û danûstandin bê meric dest pê bikin. Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan serkeftinên Hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Şingalê de pîroz kirin.

Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê îro li navenda Polîtburoya PDKê pêşwazî li Dr. Welîd Qezaz Konsulê Urdin li Herêma Kurdistanê kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî ronahî xist ser rewşa siyasî ya îro li Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraq û navçeyê bi giştî û behsa krîza Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî û birîna mûçeyê xelkê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve kir. Herwiha bi girîng behsa serkeftinên mezin ên Hêzên Pêşmerge li Şingalê bi fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rizgarkirina wî bajêrî kir.

Piştre Fazil Mîranî biryar û helwestên PDKê li ser rewşa siyasî ya Herêma zelal kir û got ku pêwîst e şerê ragihandinê raweste û danûstandin di navbera hemû aliyan de bê meric dest pê bikin û berjewendiya bilind a Kurdistanê di ser hemû tiştan re bê zanîn. Herwiha tekez kir ku, PDKê berdewam hewla yekrêziya navmala kurdî dide û di wê baweriyê de ye çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalog û jihevtêgihiştin û hevqebûlkirinê tê.

Ji aliyê xwe ve, Dr. Welîd Qezaz Konsulê Urdin li Herêma Kurdistanê spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser vê hevdîtinê û pîrozbahî li serkeftinên kurdan kir ji ber wan serkeftinên mezin di rizgarkirina Şingalê de û pesnê Hêzên Pêşmerge da û rola wan di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand. Herwiha hêvî xwest ku Kurdistan her di gerşekirinê de be û baweriya wê ew e, ku Kudistanê dikare bi serkeftî ji van krîzan bi serkeftî derkeve.
 

Nûçeyên têkildar