Rewşenbîrekî iraqî, pesnê Serok Barzanî dide

Hewlêr-KDP.info- Rewşenbîrekî Iraqî pesnê Serok Barzanî dide û dibêje, divê serkirdeyên Iraqê hikmetê ji wî bigirin.
Enwer Hemedanî ku rewşenbîrekî iraqî ye, li ser Facebooka xwe derbarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nivîsandiye, “yê ku karê wî ser bigire di dawiyê de sûd werdigire. Hemû Kurdistan mijûlî kursiyê Barzanî bûn, lê Serok Barzanî mijûlî danîna pilanê bû bo azadkirina Şingalê.”
Ew rewşenbîr û rexnegirê iraqî dibêje, “hemû alî bibûn yak bo bi destxistina kursiyê wî, lê barzanî hemû dema xwe xistibû xizmeta bihêzkirina Pêşmerge û çeperên Pêşmerge, lewma ji mafê Barzanî û Pêşmerge ye ku di xweşiyê de bijîn.”
Enwer Hemedanî bêdengiya Barzanî di kar de wek hîkmet dizane û dibêje: “Ew karê ku Barzanî dike tije hîkmet e, ku bi pilan û bêdengî dike û piştre nû xelk hest pê dikin.”
Hemedanî daxwaz ji Ebadî û berpirsên din ên Iraqê dike ku “wek Barzanî kar bikin û dest ji sozên bê encam berdin, herwiha bi rastî kar bikin û bila piştre xelk bi xwe biryarê li ser karê we bike.”




