Parlamanterekî brîtanî: Çek û teqemeniyan zêdetir bidin Pêşmerge

Brîtanya-KDP.info- Li gorî raporeke rojnamevanî parlamenterekî ser bi Partiya Kar a Brîtanya ku ligel komek alîkarî serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li Kurdistanê kiriye û daxwaz kiriye ku, çek û teqemenî zêdetir ji Pêşmerge re bên şandin.
Con Wdkok, Parlamenterê Brîtanya ku ligel tîmeke parlemanterên welatê xwe serdana Hêzên Pêşmerge kir, ragihand: “Pêwîst e Brîtanya ji berê zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bike. Artêşa Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge pir bi mêrxasî şerê terorîstên DAIŞê dikin û em hemû matmayî kirine, di dema ku çek û teqemeniyên wan tune ne.”
Wî parlamenterî wiha got: “Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdariya Brîtanya di operasyonên asmî û perwerdeya pêşmergeyan de bi girîng dibînin, lê di heman demê de bêhîvî ne ji peydakirina çek û pêdviyên leşkerî. Em baş dizanin ku eger Hêzên Pêşmerge nebin dê DAIŞiyên biyanî xwe bigihînin welatên Ewropayê û êrişên xwekujî pêk bînin.”




