26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

TCK: Pêşmerge şansek mezin e ji bo mirovahiyê..Serok Barzan pîroz dikin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) daxuyand ku ji bo jinavbirina DAIŞê divê hêzên hevpeymanan alîkariya zêdetir bidin Hêzên Pêşmerge. Herwiha bi helkefta rizgarkirina Şingalê, Serok Barzan pîroz dikin û got, Pêşmerge şansek mezin e ji bo mirovahiyê.

TCKê derbarê operasyona rizgarkirina Şingalê û êrîşên terorîstî yên Parîsê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji bo jinavbirina DAIŞê divê hêzên hevpeymanan alîkariya zêdetir bidin Hêzên Pêşmerge.

TCKê di daxuyaniya xwe de got; “Di bin fermandarîya Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî de Pêşmergeyên qehreman serkeftineke mezin bi dest xistin û Şingalê ji terorîstên DAIŞê paqij kirin. Bê guman ev serkeftina girîng, wê bibe bingeha serkeftinên hîn mezintir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi vê operasyonê careke din eşkere xuya bû ku Pêşmerge çi qas serkeftî ne û di şerê mirovîhîyê û hovên terorîst de şenseke mezin in ji bo mirovahîyê.

TCKê  wiha got; “Em ji bo vê serkeftinê hemû Pêşmergeyên qehreman û Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikin. Em eşkere dibêjin ku hebûna wan garantîya dahatuya Kurdan e. Di heman demê de em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji hemû miletê Kurd re dixwazin. Xwedayê Dilovan wan bi rehma xwe şa bike. Cihê wan Bihuşta Rengîn be.”

Di daxuyaniya xwe de Tevgera Ciwanên Kurdistanê balkêşa ser êrîşên li Parîsê jî û da xuyand ku di rojeke ku di serî de miletê Kurd hemû miletên cihanê qala serkeftina Pêşmergeyan dikirin û bi vê serkeftînê kêfxweşbûn, xebereke nexweş ji paytexta Fransayê hat.

Di berdewama daxuyaniyê de encamên serkeftina Pêşmergeyan û êrîşa terorî ya li Parîsê jî bi wiha hate destnîşankirin; “Encama yekemîn ev e ku terorîstên DAIŞê bi vê êrîşê careke din nîşan dan ku ew dijminê hemû mirovahîyê ne û lazim e ev pirsgirêk ji kokê ve çareşer bibe. Rêya wî jî êrîşkirina li ser navêndên wan Musil û Reqa ye.”

Encama duyemîn jî ev e ku êdî Pêşmerge xwe ispat kirîye ku dema alîkarîya çekan û balafiran hebe, terorîstên DAIŞê nikare li hember wan tişteke bike. Loma lazim e hêzên mezin ên cihanê piştgirîya Pêşmergeyan bikin û çekên giran ji Pêşmergeyan re bişînin.’’
 
Herwiha TCKê xwest ku ji bo şerê li dijî DAIŞê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, ku di rizgarkirina Şingalê de du şehîd dan, derbasî Rojava bibin.


 

Nûçeyên têkildar