26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêdetirî 100 ton TNT ji Şingalê hatiye derxistin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê eşkere kir ku heta niha zêdetirî 100 ton TNT ji Şingalê hatine derxistin û Hêzên Pêşmerge jî berdewam in li ser geran ê li bombe û TNT, da ku tîmên taybet pûç bikin.

Mehma Xelîl, Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragiahand: “Piştî rizgarkirina Şingalê di cih de me dest bi karê xwe kir û hinek tîmên endazyarî ligel Hêzên Pêşmerge dest bi pûçkirina bombe û TNT û mayînan kirin û heta niha çend koêan û navçeyên sereke yên Şingalê hatine paqijkirin.”

Qayîmeqamê Şingalê wiha got: “Heta niha zêdetirî 100 ton TNT ji Şingalê hatine derxistin û Hêzên Pêşmerge jî berdewam in li ser geran û pûçkirinê. Em dixwazên tîmên zêdetir ên endazyarî ji me re bên da ku em hemû Şingalê paqij bikin û xelk vegerin ser mal û hale xwe.”
 

Nûçeyên têkildar