Êzîdî: Jibilî Pêşmerge nabe hêzeke din li Şingalê bimîne

Şingal-KDP.info- Kurdên êzîdî dibêjin, tişta ku pêwîst bû, Serok Barzanî kir, ku bi serperiştiya wî Hêzên Pêşmerge Şingal rizgar kirin û derseke dîrokî dan dijmin ku êdî destê xwe navêje axa Kurdistanê, lewma em nahêlin jibilî Pêşmerge nabe hêzeke din li Şingalê bimîne.
Fermandarê Pêşmerge li Şingalê û kesayetiya kurdên êzîdî Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku pêwîst bû Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kirin, ku Şingal ji bin destê DAIŞê derxistin. Hêzên Pêşmerge di vî şerî de ezmûna wan zêdetir bûn.”
Qasim Şeşo wiha got: “Pila rizgarkirina Şingalê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû, ku bi awayekî baş birêve çû û hat azadkirin.”
Şeşo wiha domand: “Bi ti awayekî em rê nadin jibilî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ti hêzeke din Şingalê Şingalê bimîne.”
Hêzên Pêşmerge roja Pêşncşem û Înê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piştevaniya navdewletî katîn Şingalê bi temamî rizgar bikin.




