26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zûmar..Hêzên Pêşmerge 100 DAIŞî kuştin..60 term li şûna wan mane

Çavkanî: KDP.info

Keskê-KDP.info- Li devera Keskê ya eniya Zûmarê, êrişeke xwekujî ya DAIŞê ji aliyê Pêşmege ve hat pûçkirin. Herwiha ji duhî ve 100 DAIŞî hatine kuştin û 60 term jî li şûna wan mane.

Emîd Sebrî Ereb, Fermandarê Hêza 4 ya Dihokê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: Ev 2 roj in ku çekdarên DAIŞê ku dixwestin derbasî nav çeperên Pêşmerge bikin, lê ji aliyê hêzên Pêşmerge û balafirên şer ve tên kuştin.

Efserê Pêşmerge li eniya Keskê, Sebrî Ereb got, çekdarên DAIŞê yên ku êriş dikin hemû xwekuj bûn lê beriya ku bigihên çeperên Pêşmerge, ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ve hatin kuştin.

Sebrî Ereb da zanîn, çekdarên DAIŞê hewl dan ji xendeqên ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine kolandin, derbas bibin lê hewlên wan hatin pûçkirin û hemû hatin kuştin.

Li gorî agahiyên wî efserê Pêşmerge, ji duhî ve û heta niha 100 DAIŞî hatine kuştin û 60 term jî li şûna wan mane.
 

Nûçeyên têkildar