26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Feylesuf Lîvay: Divê Pêşmerge pirçek bibe..Şerê DAIŞê nekin dê Parîs û Amerîka bibin gola xwînê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Akadîmîst  û siyasetmedar û feylesufê frensî Bêrnar Hênrî Lîvay ku li Ewropa pir navdar e ragihand ku bo ew şeytan (DAIŞ) jinav biçe beriya ku Parîs û New York bibin gola xwînê, pêwîst e Obama cidî bide û hêzê bişîne şerê wê, herwiha Hêzên Pêşmerge pirçek bike. Pêşmerge beriya 3 rojan li pêşiya çavê min serkeftineke mezin li dijî terorîstan bi dest anî.

Wî feylesufê frensî piştî êrişên terorîstî yên Parîs, ji CNN re ragihand: “Êrişker zanîn ku çi dikin û dizanin Fransa hevpeymanî Amerîka ye, ku xwedî dijminekî hevbeş in.. Divê ji tişta ku li Iraq û Sûriyê diqewime tê bigihên, eger DAIŞ têk nebin dê karesatên wî vê dubare bibin. Eger rasterast neçin şer li wan herdu welatan, dê şer biçe Parîs û New York. Heta ew hov xwedî hêz bin dê xwîn birje. Her ev bû ku li Parîs û beriya 14 salan li New York qewimî.”

Bêrnar Hênrî Lîvay hevdem peyameke tund rastî Serokê Amerîka Barack Obama kir û ragihand: “Ew diruşma ku Amerîka bilind dike dema wê bi ser çûye. Eger birêz Obama dixwaze tiştên baş li şûna xwe bihêle û serkeftineke exlaqî rastîne li xwe tomar bike, erkê wî ye ku alîkariyê pêşkêş bike û roleke cidî di şikestina DAIŞê de bibîne. Beriya 3 rojan ez ligel Hêzên Pêşmerge Şingalê bûm, ew bi şerekî mezin rabûn û tê de bi ser ketin, lê tanê bi wan çekên sivik ên ku di destê wan de ne nikarin şer bikin, lewma pêwîst e em zêdetir hewl bidin bo alîkarî û piştevaniya kurdan. Da ku wan şeytanan bişkînin, eger ew neyên şikestin dê welatê me jî bibin gola xwînê, lewma divê Obama vê yekê baş zanibe.”

Wî feylesufî wiha domand: “Rastiyek heye ku îro Iraq û Sûriyê bûne dibistana perwerdeya terorîstên hemû cîhanê. Ev sal û nîvek e ku me dest ji wan terorîstên wehşî berdaye û ew jî li ser tawanên xwe li Iraq û Sûriyê berdewam in. Pêwîst e ev şêrpence zû jinav biçe û nemîne.”

Nûçeyên têkildar