Japon 3 projeyên mezin ên xizmetgûzariyan li Kurdistanê bicih dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê Japonê kir û di wê hevdîtinê de şanda japonî behsa wê yekê kir ku piştî azadkirina Iraqê ji destê Dîktatoran Japon qasî 7 miliyar dolar bo kerta awedankirina Iraqê dabîn kiriye ku parê Kurdistanê jî tê deye û biryar e Japon di parê Kurdistanê de çendîn projeyên mezin yên xizmetgozarî weke ava Helebce, averoya Hewlêrê, bendava Dêrelok cîhbicîh bike.
Îro Duşemê 16/11/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Dîplomatîk ya Japonî a bi Serokatiya Konsulusê vê welatî yê li Iraqê kir.
Di destpêka hevdîtinê de Konsulusê nû yê Japonê yê li Iraqê Fomo Eva xwe bi Serokwezîrê Kurdistanê danasîn û eşkere kir ku weke Konsulusê nû yê Japonê li Bexdayê de hatiye pîwerdarkirin.
Nav hatî herwiha di berdewamiya axaftinên xwe de jiber serkeftina operasiyona Şingalê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge, hikûmet û gelê Kurd kir û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên şerê dijî terorê kir.
Heyet anî ziman ku hikûmet û gelê Japonê bi rêzdarî li hikûmet û gelê Kurdistanê dimizînin jiber ku di nava rewşeke aloz de karîne aramiya deverê biparêzin.
Heyeta Japonî anî ziman ku vê hevkariyên curbicur bi taybetî hevkariyên însanî yên Japonê bo Kurdistan û penaberan dom bikin.
Heyeta Japonî behsa wê yekê kir ku piştî azadkirina Iraqê ji destê Dîktatoran Japon qasî 7 miliyar dolar bo kerta awedankirina Iraqê dabîn kiriye ku parê Kurdistanê jî tê deye û biryar e Japon di parê Kurdistanê de çendîn projeyên mezin yên xizmetgozarî weke ava Helebce, averoya Hewlêrê, bendava Dêrelok cîhbicîh bike.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya hevkariyên Japonê kir û diyar kirina para Kurdistanê ji hevkariyên darayî yên Japonê bo Iraqê bi girîng wesif kir û anî ziman ku Kurdistan girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Japonê dide û tekez li ser amade bûna Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Japonê kir.




