Serokatiya Kurdistanê: Bila Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê Xurmatû biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Dûzxurmatuyê de daxuyanî da û ragihand: “Pêwîste Hêzên Pêşmerge bi rola xwe rabin û rewşê kontrol bikin.”
Di destpêka peyamê de Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne: “Heyama çend rojan e ku li bajarê Xurmatû alozî û pevçûn çê bûne û çendîn bûyerên nexwastî qewimîne. Herwiha çend welatî ji pêkhateyên cuda hatine şehîdkirin û destdirêjî li ser milk û malên welatiyan hatiye kirin.”
Li gor daxuyaniyê, Serokatiya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember derketina vê rewşê li Xurmatû tîne ziman û wiha dibêje: “Gerek dezgehên fermî û dezgehên îdarî û ewlehî yên bajêr û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi rola xwe rabin û rewşê kontrol bikin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne: “Pêwîst e bê cudahî ser û malên welatiyan werin parastin û pêwîste pêşmerge rêya destdirêjiyê nedin ti aliyekî.”
Di berdewamiya peyama xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa yekrêziya navbera hemû pêkhetayn Xurmatû dike û daxwaza çareserkirina arîşeyan bi rêya diyalogê dike.
Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha didome: “Herwiha em tekez dikin li ser parastina yekrêzî û tebayiya navbera gişt pêkhetayên bajêr. Û pêwîst e hemû arîşe bi rêya diyalogê û jihevtêgihîştinê werin çareserkirin û hemû alî kar bikin bo parastina asayişa bajêr û herwiha bo rûbirûbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê ku dijminê hevbeşê hemû aliyekê ye.”




