Yekîtiya Jinan alîkarî li ser penaberên Kurdên Rojavan belavkirin

Encûmenê parêzheha yê Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi hevkarî li gel Yekîtiya Afretan ofîsa Holenda 5/11/2012 harîkarî li ser awareyên Kurdên Rojava li kempa Domîz belavkirin û di vê harîkariyê da pitir agehdarî rewşa xêzanên awarebûyan bûn.
Tanya Zikrî nûnera Yekîtiya Afretan ofîsa Holenda li Dihokê diyarkir ku jiber Yekîtiya Afretan ofîsa Holenda viyaye pitir xwe li awareyên Kurdên Rojava bikete xwidan û pitir agahdarî rewşa wan bibin viyaye harîkariya ji dervey welat bînin û pêşkeşî awareyên navbirî bikin, dîsa Tanya Xanê got: ew dê berdewam van core harîkariyan pêşkêşî wan awaran kin bo hindê ku Yekîtiya Afretan xwe ji xizmetkirina millet nedene paş û ewan li bere pitir harîkariya pêşkêşî xelkê awarebûyî bikin




