26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ ji Tirsa Pêşmerge ji bajarokê Beac jî vala kir

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, di destpêka şerê rizgarkirina Şingalê de çekdarên DAIŞê ji bajarokê Beac jî reviyan, eger ferman heba dê heta wir jî rizgar kirbana.

Qasim Derbo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di şerê rizgarkirina Şingalê de Hêzên Pêşmerge ew navçeyên ku jê re hatibûn diyarkirin, rizgar kirin. Niha jî 5 komilgeh mane ku ew jî bên rizgarkirin, ku DAIŞê ji tirsa Pêşmerge ji wan jî revyane.”

Derbo wiha got: “Di destpêka şerê rizgarkirina Şingalê de çekdarên DAIŞê ji bajarokê Beac jî reviyan, eger ferman heba dê heta wir jî rizgar kirbana, ji ber wan çekdaran xwe li ber Pêşmerge nedigirt û hemû reviyan, herwiha hinek negihan birevin û hatin kuştin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Niha ku naskirin Hêzên Pêşmerge bi aliyê Beac de neçû, beşek kêm ji wan vegeriyan Beac, lê 5 komelgehên ser bi Şingalê ve jî hatine valakirin û eger tiştek ji wan re pêwîst be bi dizî vedigerin wir. Dema ferman ji me re bê emê wir jî bigirin. Em tenê fermanê ji Serok Barzanî werdigirim.”

Nûçeyên têkildar