Êmînkî: Fransa li dijî terorê bandoreke mezin dibîne

Hewlêr-KDP.info- Bi mebesta gihandina pirse û sersaxî û hevxemiya gelê Kurdistanê, Cîgirê Serokê Parlamntoya Kurdistanê serdana Konsulxaneya Fransa li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, Fransa di nava hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê de bandoreke mezin dibîne.
Îro Yekşemê 15/11/2015 Dr. Ceifer Êmînkî Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ligel şandeke parlamento serdana Konsulxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê kir û ji aliyê Alan Gêbrat Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê pêşwazî li wan hat kirin.
Di hevdîtinê de, Êmînkî careke din bi navê gelê Kurdistanê û serokatî û tevahiya parlamenteran pirse û sersaxî û hevxemî û hevsoziya gelê Kurdistanê gihandin gelê Fransa û tekez kir ku xelkê Kurdistanê berdewam helwest û alîkariyên hikûmetê û gelê Fransa li berçav e. Herwiha da zanîn ku, Fransa di nava hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê de bandoreke mezin dibîne.
Alan Gêbrat Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û diyarkirina hevsozî û hevxemiya xwe bo gelê Kurdistanê li hember wan karên terorîstî diyar kir û got ku ji ber ku ew şerê DAIŞê dikin eger hebû ku Fransa rastî êrişên terorîstî bê, lê mixabin ew êriş pir mezin in û qurbanî gelek in.




