25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Serkeftina Pêşmerge li Şingalê baweriya jinavbirina DAIŞê drust kir

Çavkanî: KDP.info

Hewêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serpereştiyarê eniya Kerkûkê kir kir û di wê hevdîtinê de ragihan ku, serkeftina operasyona azadkirina Şingalê bûyereke dîrokî ye û serkeftina hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ye.

Êvariya roja yekşem 15.11.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûk û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûkê ji bo serkeftina operasyona azadkirina Şingalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û her wiha pîrozbahiyê jî li Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bi taybetî jî xelkê devera Şingalê kir û ji bilî behsa rola Pêşmergeyên qehreman, vê serkeftinê jî ji bo gelê Kurdistanê bi destkeftekî mezin û dîrokî wesif kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêhvan kir û behsa naverokan û çawayiya birêveçûn û serkeftina operasyona azadkirina Şingalê kir û tekez li wê yekê kir ku azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve êdî ew bawerî ji bo hemû aliyekî dirust kir ku DAIŞ dê were şikestin û ji nav biçe.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku serkeftina operasyona azadkirina Şingalê bûyereke dîrokî ye û serkeftina hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ye.

Her li vê kombûnê da girîngî û rehenda siyasî û stratejî û aborî û nîştîmaniya azadkirina Şingalê û her wiha vegerana jiyan û xizmetguzarî û dam û dezgehên kargêriyan û yarmetîdana xelkê Şingalê xistin ber behs û gûftûgoyan û di derbarê pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin

Nûçeyên têkildar