26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cîgira Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka azad kirina Şingalê bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgira Wezîrê Bergiriya Amerîka ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxand.

Li gor daxuyaniyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku kopiyek ji wê gihştibû BasNews, Îro 15 Mijdarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgira Wezîrê Bergiriya Amerîka Girsîn Wormis û şanda ligel wê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tê de amide bû, Şanda mêvan pîrozbahî li xelk û hikûmeta Kurdistanê bi boneya serkeftina operasyona rizgar kirina Şingalê kir û xemgîniya xwe derbarê xizm û malbatên şehîdan anî ziman, hêviya çareseriyek bilez bo birîndaran xwest, herwiha serkeftina operasyona Şingalê wek destkeftiyek mezin a Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeymaniya navdewletî anî ziman, tekez jî kirk u ev serkeftin bû sedema lawazbûna DAIŞê, herwiha amdebûna xwe bo rizgar kirina deverên din û avakirina deverên rizgarkirî nişan da.

Ji aliyê xwe ve jî Nêçîrvan Barzanî spasya Serok, Xelik û Hikûmeta Amerîka û welatên Hevpeymana li dijî DAIŞê kir li ser alîkariya wan bo rizgar kirina Şingalê û hêvî kir ku ew hevkarî berdewam bejibo rizgar kirina hemû deverên Iraqê ji têrorîstên DAIŞê, herwiha amaje bi wê yekê kir ku, ew deverên têne azad kirin pêwîstiya wan bi avakirin û xizmetguzariyek mezin heye, hîvkir ku Civata Navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bike di vî warî de.

Di beşekî din de ji axaftina xwe Barzanî amaje bi wê yekê kirk u divê qonaxa bê qonaxa avahî û berdewamiya peydakirina pêdawîstiyên xelkê deverên azad kirî be. Herwiha tekez kirk u divê alîkarî berdewam bin.

Gotûbêjkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda ji aliyekî ve û Pêwendiyên Hewlêr û Amerîka ji aliyekî dive û çend mijarên din di vê civînê de hatin behis kirin.   

Nûçeyên têkildar