25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya rizgarkirina Şingalê li Kurdistanê pîroz kir.. Destkefteke gelek mezin e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke Parlementoya Brîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan bi minasebeta azadkirina Şingalê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Kurdistanê kir û eşkere kir ku azadkirina Şingalê destkefteke gelek mezin e û bo civaka cîhanî û civaka mirovahî xwedan girîngiyeke taybete.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke parlementoya Berîtanyayê kir ku ji endamên girûpa dostatiya tevahiya partiyên nava parlementoya Berîtanyayê bo piştgîriya Kurdistanê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de heyeta mêwan rêzdariya xwe li hember hikûmet û gelê Kurd diyar kir ku kariye hevdem li gel kirîza darayî pêşwaziya hijmareke gelek zêde ji penaberan bikin û xizmetgozariyên pêwîst jî pêşkêşî wan bikin.

Heyeta mêwan herwiha diyar kir ku Berîtanya bi vê yekê gelek kêfxweşe ku di şerê dijî terorê de hevpeymanên Kurdistanê ye.

Heyet di berdewamiya axaftinên xwe de bi minasebeta azadkirina Şingalê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Kurdistanê kir û eşkere kir ku azad kirina Şingalê destkefteke gelek mezine û bo civaka cîhanî û civaka mirovahî xwedan girîngiyeke taybete.

Di beşeke din ya civînê de heyeta Berîtanî behsa wan hevkariyan kir ku di demên derbasbûyî de ji aliyê Berîtanyayê ve pêşkêşî Kurdistanê hatine kirin û heyet xwest bizane ka gelo Kurdistan di pêvajoya niha û ji niha û pêde pêdiviyên xwe bi çi tiştekî heye daku hewl bidin jê re dabîn bikin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana heyeta han kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember serdana han diyar kir û eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê bi girîngî li hevkariyên Berîtanya, Amerîka û tevahiya welatên endamên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DAIŞê dimizîne, bi taybetî hevkariyên leşkerî ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bandoreke gelek mezin li ser hevsengiya şer kirine.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir daku di warê leşkerî û însanî de zêdetir hevkariya Kurdistan û hêzên pêşmerge were kirin daku hêzên pêşmerge bikaribin deverên din yên di destê terorîstên DAIŞê de azad bikin û hikûmeta Kurdistanê jî bikaribe baştir xizmeta penaberan bike.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa qirîza darayî ya li Kurdistanê û hebûna hijmara zêde ya penaberan kir û eşkere kir ku heta niha ne hikûmeta Îraqê û ne jî civaka cîhanî weke pêwîst hevkariya Kurdistanê nekirine lewre hêvî dikin ku ji niha pêde zêdetir hevkariya Kurdistanê were kirin daku bara giran ya li ser Kurdistanê hinek siwêk bibe
 

Nûçeyên têkildar