26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Şingalê goreke komî ya din hat dîtin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Li Şingalê, gorreke komî ya din a kurdên êzîdî hat dîtin. Tê gotin ku di wê gorrê de herî kêm 50 term hene.

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gundê Giruzêrê yê Şingalê gorreke komî ya kurdên êzîdî hat dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn komkujkirin.”

Mehma Xelîl diyar kir ku di wê gorrê de herî kêm 50 term hene ku tê gotin hemû zilam in.

Duhî jî li Şingalê gorrek komî hat dîtin, tê gotin ku di wê gorrê de cenazeyên 80 kurdên êzîdî hene ku piraniya wan pîrejin in û ji aliyê DAIŞê ve hatine komkujkirin.

Roja Înê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî, di operasyoneke berfireh de, karîn Şinglê ji destê DAIŞê derxînin û bi temamî kontrol bikin.
 

Nûçeyên têkildar