Mesrûr Barzanî bo CNN: Tenê Hêzên Pêşmerge li Şingalê şer kirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlakarê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand ku li Şingalê tenê Pêşmergeyên Kurdistanê şer kirine û ti hêzeke hevpeyman li ser erdê beşdar nebûye.
Doh (14.11.2015) Şêwirmendê Encumena Ewlakarê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîneke telefonî de ligel kenala CNNê, û got: "Dibe ku çend kesek mabin û xwe di nav hinek xaniyan de veşartibin, eger na bajar û navçeyên derdorê ku me azadkirina wan ragehandiye, bi tevahî ji terorîstan hatine azadkirin. Nêzîka 28 gundên derdora Şingalê û rêya serekî ya 47 hatiye azadkirin û li gelê Kurdistanê û êzîdiyan pîroz be."
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê da ku êrîşên esmanî yên Hêzên Hevpeymanan gelekî alîkar bûne û wiha axifî: "Wan piştîvaniya Pêşmergeyan dikir ku yekem hêz bû li ser erdê, herwiha Pêşmergeyên Êzdî jî tevî vê operasyonê bûn. Bi giştî 7 hezar û 500 Pêşmergeyan ji sê aliyan ve êrîş kirin ku saet 7ê sibeha roja Pênşemê dest pê kir û saet 3ê piştî nîvroya Înê bi dawî bû."
Herwiha Mesrûr Barzanî, tekez kir ku li ser erdê wate di êrîşa bejayî de hîç hêzeke hevpeyman beşdarî operasyonê nebûye û tenê Hêzên Pêşmerge û hinek efserên peywendiyan ku hevahengiya êrîşên esmanî ligel Hêzên Hevpeyman organize dikirin, beşdar bûne.
Derbarê planên dahatû yên derbarê Şingalê de jî, Mesrûr Barzanî wiha axifî: "Wek tê zanîn zêdeyî salekê ye ku Şingal ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye dagîrkirin. Îro piştî azadkirina wê, me hemûyan dît bê çawa hatiye wêrankirin. Loma pêdiviya Şingalê û kampên derdora wê bi avakirinê heye, tişta li ser me jî ku em xizmeta bajêr bikin."
12ê Mijdara 2015ê operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û doh 13ê Mijdarê Hêzên Pêşmerge karîn bi tevahî qezayê kontrol bikin û Alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê bilind bikin.




