Davudoxlu pîrozbahî li Serok Barzanî kir..Bo hevahengiyê li dijî DAIŞê amade ne

Hewlêr-KDP.info- Serokezîrê Tirkiyê Ahmet Davudoglu serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Şingalê pîroz kir.
Êvariya roja şemiyê 14.11.2015 Ahmet Davudoglu Serokezîrê Tirkiye li rêya telefonê ve peywendiyê bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina bajarê Şingalê li Serok Barzanî kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Wezîrê Tirkiye amadehiya welatê xwe ji bo hemahengîkirina li gel Herêma Kurdistan ya ji bo dijayetîkirin û şerê terorîstan da nîşanda û her wiha ji bilî destxweşî û pîrozbahiya serkeftinê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku Tirkiye amadeye birîndarên Pêşmerge li nexweşxaneyên xwe çareser bike.




