26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandehiya Rojavayê Dîcle: Daxuyaniya Polîtburoya YNKê bi awayekî şezsî hatiye nivîsandin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Dîcle-KDP.info- Fermandehiya Pêşmerge ya Rojavayê Dîcle bo wî berpirsê ku bi navê Polîtburoya YNKê  daxuyaniyan dinivîsîne, ragihand ku em baş dizanin ku daxuyaniya cenabê te tenê nivîseke şexsî ye û ne helwesta Polîtburoya têkoşer a YNKê ye û hevalên YNKê ne agahdarî daxuyaniya we ne û gelekî ji we nerazî ne.

Fermandehiya Rojavayê Dîcle di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em matmayî man ku cenabê we daxuyaniya me  bilez û bi hêris  wesif kir. Pirsa me ew e ku çima cenabê wisa bi şibirze û bilez bersiv da? Şukir ji Xwedê re hûn wisa newisa mijûl in û we dikarî hûrtir bersivê bidin û we karîbû karîbû demeke dirêjtir jê re diyar bike.”

Li gorî wê daxuyaniyê, “Eger em hers bûne mafê me ye, ji ber ku em nikarin rê bidin rastiyan ku werin şaşkirin. Eger hûna naxwazin nakokî derkevin, çima we wisa zû bersiv da? Piştrast bin hûn bersiva daxuyaniya me bidin, emê dîsa bersiva we bidin, ji ber ku nabe heta heta em rê bidin we ku hûn xelkê bikin qurbanî van hîle û nerît û çanda we.”

Fermandehiya Rojavayê Dîcle wiha got: “Me dixwest bi zanyariyên zêdetir daxuyaniya we hatiba nivîsandin, lê em li we nagirin ji ber ku hûn dûrî şer û rewşê bûn. Ma hûnê çawa nasbikin ku kî di operasyona rizgarkirin Şingalê de beşdar bûn? Hûn baş dizanin ku daxuyaniya cenabê wê tenê nivîseke şexsî ye û ne helwesta Polîtburoya têkoşer a YNKê ye û hevalên YNKê ne agahdarî daxuyaniya we ne û gelekî ji we nerazî ne.”

Li gorî wê daxuyaniyê, “Em dizanin ku we tama hingiv jibîr kiriye û pir dilxweş in bi navê Gerîla û navê din ên ku naxwazin di bin ala pîroz a Kurdistanê de bibin hevçeperên me, herwiha li Rojava sivkatî kirin bi cenazeyên şehîdên pêşmergeyên Rojava yên ku li Şingalê şehîd ketin û canê xwe kirin qurbanî axa Kurdistanê. Me dixwest ku bersiva we bo vê sivkatiya wan heba û we ji wan pirsyar kiriba ku çima naxwazin di bin ala Kurdistanê li Şingalê şerê terorîstan bikin, ma jixwe daxwaz ji wan hatibû kirin ku di operasyonê de beşdar bin, lê çavê wan bi ala Kurdistanê bar nabû û beşdar nebûn.”
 

Nûçeyên têkildar