26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr bo vekirin û bi dîkomêntkirina gorên komî yên Şingalê tîmek pêk anî

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandareke Hêzên Pêşmerge ragihand ku bi dehan televîzyon û ajansên biyanî gorên komî yên Şingalê romal dikin û Serokwezîrê Kurdistanê jî tîmeke taybet bo wan goran pêk anî, ku hemû endamên wê pspor in di vekirin û hewl didin ku wan tawanên ku hatine serê êzîdiyan dîkomênt bike.

Emîd Aştî Koçer Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çend gorên komî li Şingalê hatine dîtin ku jin û keçên êzîdî tê de bûn, lê heta niha tenê yek ji wan li navçeya Solav hat vekirin ku nêzîkî 80 term tê de bûn. Beriya ku Şingal were rizgarkirin me zanîbû ku gelek gorên komî li Şingalê hene.”

Koçer wiha got: Niha me hêzek diyar kiriye bo parastina van goran. “Bi dehan televîzyon û ajansên biyanî gorên komî yên Şingalê romal dikin û Serokwezîrê Kurdistanê jî tîmeke taybet bo wan goran pêk anî, ku hemû endamên wê pspor in di vekirin û hewl didin ku wan tawanên ku hatine serê êzîdiyan dîkomênt bike.”
 

Nûçeyên têkildar