Li ser Sûriyê rêkeftin..Agirbest û hilbijartin

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kery ragihand, li Sûriyeyê di mijara agirtbestê de endamên timî yên Neteweyên Yekbûyî lihev kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kery piştî civîna 3yemîn ya çareseriya krîza Sûriyeyê li Viyenayê derbarê civînê de daxuyanî da.
John Kery wiha got: “5 endamên timî yên Neteweyên Yekbûyî li ser biryara li Sûriyeyê agirbestê were pêkanîn lihev kirin. Li Sûriyê dê pêvajoya 6 mehî ya veguhez pêk were û herwiha tê pêşbînîkirin ku di heyama 18 mehan de hilbijartinên çêbin.”
Kerry herwiha da zanîn derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de aliyan lihev nekirine.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî wiha got: “Sûriye demildest li benda çareseriyê ye, ji ber vê yekê jî ti pêşemerc d nayên qebûlkirine.




