Şeşo: Serok Barzanî soza xwe ligel kurdên êzîdî bir serî

Şingal-KDP.info- Fermandareke Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, Serok Barzanî soza xwe ligel kurdên êzîdî bir serî, dema li ser Çiyayê Şingalê ragihandibû ku, di zûtirîn dem de dê Şingalê rizgar bikin û hemû pêkve vegerin Şingalê.
Qasim Şeşo Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek kurên êzîdî spasiya Serok Barzanî fermandarê hêzên çekdarî dikin, ku soza xwe bir serî û Şingal rizgar kir û li Şingalê mizgîniya serkeftina wî bajêrî ji hemû cîhanê re ragihand.”
Şeşo wiha got: “Serok Barzanî dema ku li wir got, jibilî alaya Kurdistanê pêve ti aleke din qebûl nakin, matmayî hiştin û em pir dilxweş kirin, ku rê li pêşiya muzayedeya siyasî li pêşiya hemûyan girt.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Şingal pir girîng e û taybetmendiya wê heye bo gelê kurd.”




